NAVENDA NUÇEYAN- Hejmara dawî ya sala 2024 a Kovara Yekîtiya Jinên Ciwan ”Silava bi silogana ”Tecrîd Tundiya herî mezine” derket. Di vê hejmarê de mijara rêxistinbûyîn hat destgirtin. Ji bo rêxistinbûyînekê xurt a Jinên Ciwan derkeve holê çi lazime, jinên ciwan lazime bi kijan awayî xwe rêxistin bikin û têkoşîna wan lazime bi kijan rengî bê, di vê kovarê de tê nişan dan.
Ji Edîtora kovarê:
Kovara Silava ya sala 2024 bi hejmara caremîn û mijara “Rêxistinbûyin” bi we re ye. Di vê hejmarê de bi dirûşmeya “Tecrîd Tundiya Herî Mezin e” me bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û taybet giringiya azadiya fizikî ya Rêber APO. Di hejmara dawî ya sala 2024’an de mehên girîng pêşiya me bûn û wekê ku hat gotin mijara vê kovarê rêxistinbûn e, mijarên gotaran jî bi vî awayî hatin destgirtin.
Dîroka gerdûn û mirovahiyê di heman demê de jî dîroka hestan e. Em jî koka vê dîroka tên. Lê mixabin di roja îro de pergala kapîtalîzme şerê hestan li ser civakê dike. Gelek hestên ku em dibêjin bi temamî hestên me ne, di rastiyê de hestên ku ji aliyê pergalê ve bi hezaran salan bi me re dayîne qezenc kirin. Pergala kapîtalîst hestên însanê tine dike û taybet lîstokên herî qirêj li ser jinên ciwan dilîze. Lê jinên ciwan dikarin bi hestên mezin têkoşînekî azadiyê pêş bixînin. Pêwîste jinên ciwan hestên xwe yên rastin nas bikin. Ji ber vê jî emê bi hev re li ser mijara rêxistinbûyinê bisekînin, emê taybet bala xwe bidin giringiya rêxistinbûna jinên ciwan. Di nav civaka xwezayî de jin pêşeng e. Jin bi hev re girêdanekê pir taybet jiyan dikin. Pergal dixwaze jin tecrîd bike, ji hev parçe bike û bi vî rengî ew girêdana xwezayî ya jin ji holê rabike. Lê li beramberê vê jinên ciwan bi awayekî çalak xebat birêxistin dikin û xebatên perwerdeyê dimeşînin. Ji bo parastina deskeftiyên şoreşê û parastina fikir û felsefeya Rêber APO rêxistinbûyin girînge û serekê ye. Rêbertî bê hiqûqî tê girtin û divê ev tecrîd bê şikandin. Heta Rêber APO azad nabe, jiyaneke asayî jiyankirin tu caran nayê qebûlkirin. Jinên ciwan ên ji her temenî dikarin bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoya çalakiyê bibin û role aktîf bilêyzin. Ji bo belavbûna fikir û felsefeya Rêber APO divê jinên ciwan xwe rêxistinbikin û çalakiyên xwe bidomînin. Ya ku me bi hêz dike, belavbûna fikrên Rêber APO ye. Bi destpêkirina komployê re bi dehan rêhevalên me ên fedayî bi gotina “Kes Nikare Rojê Me Tarî Bike” bi rihê tolhildanê çalakiya xwe domandin. Wekê jinên ciwanên welatparêz jî em we vedixwînin ku bi zindîkirina rihê tolhildanê kovara Silava bixwînin. Bersiva herî baş û radîkal ewê ku jinên ciwan her roj wekê kêliya tolhildanê binêrin û rola pêşengtî bilîzin. Emê sala 48’emîn ya PKK bi coşa û dînamîzma jinên ciwan pêşwazî bikin. Emê li her qadê de bi têkoşîna re bersiva mezin bidin. Ji ber vê yekê rola sereke ya serkeftinê ya jinên ciwan e. Jinên ciwan tola sedsalê bigirin. Bi felsefeya Rêber APO teqez emê bi serbikevin. Azadî dê ya jinên ciwan û civakê be. Heya hejmarek din li benda me bin.