HESEKÊ- Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêşengiya şervanên QSD′ê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Her wiha ciwan ên ku pêşengên şoreşê ne bi ruhê seferberiyê beşdarî pêvajoyê dibin û li hemberî êrîşan helwest û bertek nîşan didin.
Tişta herî bingehîn a ji bo tevlîbûna zêdetir a bi ruhê seferberiyê ew e ku hemû kes hêza xweparastinê xurt bikin da ku karibin xwe, gel û axa xwe biparêzin.
Li ser vê bingehê bi pêşengitya Ciwanên Şoreşger li seranserê Hesekê hewldana fêrkirina ciwanan ku nizanin çek bikar bînin berdewam dike.
Bi dehan ciwanên Erep û Kurd li gorî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger bi perwerdekirina çekan fêrî parastina xwe ya li hemberî êrîşên muhtemel dibin. Ciwanên ku di destpêki de fêrî vebûn û girtina çekê bûn, piştre jî bi fîşek avetin ve fêrî bikaranîna wê dibin.
Xebatên ku bi pêşengiya ciwanan de hatine destpêkirin wê di demên pêş de jî bidomin.