QARAQOZAX- Şervana YPJ’ê Nûjiyan Zinar û Şervanê QSD’ê Mazlûm Qendîl ku li eniya Qereqozax li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin, diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin û hêza herî mezin ji Rêber APO digrin.
Şervana YPJ’ê Nûjiyan Zinar, diyar kir ku ew ê bi ruhê berxwedanê, bajarên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, rizgar bikin û got, “Îsal wê bibe sala me ya serketinê. Tevî ku dijmin bi hemû teknîka xwe ve li ser me tê, em teknîka wan vala derdixinin. Em soz didin ku em ê bi ruhê hemû hevalên xwe yên li eniya Qereqozaxê şer kirine û şehîd bûne, tola xwe hilînin.”
Zinar, da zanîn ku wan agahiyên derbarê Rêber APO de bihîstine û ew ji ber vê yekê pir kêfxweş û heyecan bûne û got, “Em hêz û moralê xwe ji Rêber APO digirin, em li ser vê bingehê tevdigerin û em ê tevbigerin.”
Şervanê QSD’ê Mazlûm Qendîl diyar kir ku dijmin bi hemû teknîka xwe ya pêşketî êrîşî me dike, lê şervanan ev hemû êrîşan vala derxitin û got, “Em bi ruhê hevrêtiyê û fedaî li ber xwe didin. Em ê nehêlin dijmin bi ser bikeve. Her dema ku ew keşfê xwe rabikin, wê hevalên me keşfê wan bixin”
Qendîl diyar kir ku ew ê xwîna hevrêyên xwe yên şehîd erdê nehêlin û got, “Em ê her tim têbikoşin û ti carî nehêlin bajarên me bişkên. Hevrêyên me yên li eniya şer berxwedaneke mezin nîşan didin. Bi vê agahiyê ku ji Rêber APO hatiye wergirrtin ev hêz hîn zêdetir bûye.”
Herî dawî Şervanê QSD’ê Mazlûm Qendîl banga gel kir û got, “Berê xwe bidin QSD’ê. Li hemberî dijmin bisekinin. Çi netewe dibe bila bibe, Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, werin pişta xwe bidin me.”