NAVENDA NÛÇEYAN- Ji Pênûsa Mazlûm Cemîl
“Tiştê ku em îro dijîn, rewşên 10 sal berê tîne bîra me, an jî 100 sal berê vedigere hinekî pêştir. Ji ber vê sedemê, hawîrdora kaotîk a ku em tê de ne di pergala cîhanê de dê bibe nîşana îmkanên ku em di pêşerojê de pê re rû bi rû bimînin. Li gorî dîrokê em dikarin bibêjin ku li gel destkeftiyên mezin xeteriyên mezin jî hene.
Şer di dîroka mirovatiyê de bûye rastiyeke neçarî. Her tim hêzên hegemonîk hebûn û her wiha dewletên ku xewna desthilatdariya hegemonîk dimeşînin, weke dewleta Tirk hebûn. Çawa ku beriya 100 salan li Rojhilata Navîn şer û guhertinên nexşeyê hebûn, îro jî bi heman rewşê re rû bi rû ne. Û em bi rastî nizanin dê di pêşerojê de çi bibe. Lêbelê rastiyek heye ku em dizanin ew jî ew e ku aliyê rêxistinkirî û bihêz wê bi ser bikeve.
Dewleta Tirk a faşîst 10 sal berê dest bi projeyekê kir û navê vê projeyê kir “Plana Hilweşînê”. Li ser esasê vê projeyê; Tesfiyekirina Têkoşîna Azadiyê û qirkirina gelê me bû. Di vê demê de li dijî gelê me hemû sûcên şer kirine û dike. Zîhniyeta qetlîamker ku bi nefreteke mezin êrîşî her tiştê girêdayî Kurdan dike, bêyî ku behsa “zarok, jin û extiyar” bike, bi polîtîkaya îmhayê ya topyekûn êrîş dike. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya teknîkî û gazên kîmyewî êrîşî Gerîlayên Azadiyê kir, xewna qirkirinê dît. Lê belê ev xeyal ji aliyê Gerîlayên Azadiyê ve hatin pûçkirin. Dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla sendroma ser sendrom jiyan dike ev 4 sal in bi rastî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kilit bûye.
Dewleta Tirk dema ku bi gazên kîmyewî êrîşî gerîla dike, hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê sûcê şer e, di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Lê tevî vê jî cîhan bêdeng e. Ev bêdengî nîşana wê yekê ye ku hêzên emperyalîst hevkarê sûcên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd, hemû rûmeta mirovahiyê dike hedef.
Dewleta Tirk û çeteyên di bin kontrola wê de li hemberî gerîla bêçare vê carê berê xwe dan Şoreşa Azadiyê ya Rojava. Dewleta Tirk a ku êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh li dijî Rojava da destpêkirin, bi rêbaza Şerê Hîbrîd dixwaze li wir polîtîkaya qirkirin û îmhayê pêş bixe. Em 10 sal berê bûn şahidê vê rewşê. Çeteyên DAIŞ’ê yên weke wan xwedî zihniyeteke hovane bûn, anîn ser gelê me yê Rojava û hovîtiyeke mezin li gelê me û bi taybetî li Êzidiyan kirin. Ev zîhniyeta barbar a ku jinan kole dike û zarokan qetil dike, di bin çavdêrî û piştgiriya dewleta Tirk de tevdigere. Qirkirina Şengalê xwînrijandina dewleta Tirk hîn kûrtir kir. Herî dawî bi qîrîna dirûşmên “Allahû Ekber” berê xwe dan Kobanê. Di wê demê de serokê dewleta Tirk got “Kobanê ket, wê bikeve”. Lê tiştek hebû ku wê demê li ber çavan negirtin: Kobanê wê bibe keleha berxwedanê û birîna derziyê ya ku wê bigirta.
Haya wan jê tunebû ku di serî de birîn wê bandoreke wiha bike. Belkî haya wan hebû. Lê ya girîng ew bû ku wan ew birîn girt. Di romana Înce Memed de sohbeta gundî Murtaza û Walî heye. Murtaza pirsan ji walî dipirse ka tu çawa dikarî mar bikujî û paşê jî bersiv dide û dibêje, “Hûn dikarin serê wî bi kevir biperçiqînin.” Rêber APO di zarokatiya xwe de bi dijberiya vê sîstemê serê wî mar jî pelçiqand. Dû re dibêje “hûn ê xeniqînin”. Em her roj şahidin ku gerîlayên APO’yi bi nefesê ve dijmin difetisînin. Rêbazek din jî dibêje, “Tu fîşek berdidi ser mar”. Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê bû mînaka vê ya herî mezin. Di şexsê Şehîd Egîd de yekemîn guleya li dijî metîngerî û hişmendiya paşketî re hat avêtin, nîşaneya mezin a berxwedana bi heybet a îro ye.
Ruhê 15’ê Tebaxê îro ne tenê li Kurdistanê, di nav gelên cîhanê yên li dijî faşîzmê de li ber xwe didin, bûye sembola berxwedanê. Ev ruh tirsê dixe nava metîngeran û hêviyê dide bindestan.
Yek jî dibêje: “Nexweş dibe û dimire, lekeyek wî dixwe, wisa dimire, wisa dimire”. Helbet dewleta Tirk bûye şahidê gelek mirinên bi vî rengî. Ger em binivîsin ka ew çawa mirin, divê em pirtûkan binivîsin. Ji ber vê yekê em wan paşguh dikin. Lê dê kêrhatî be ku em li ser 3 çalakiyan biaxivin. Ger ev çalakî kurteya dîroka tekoşîna PKK’ê bin. Çalakiya 1emîn; Çalakiya fedaî ya ji aliyê Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ve li Mêrsînê hatiye lidarxistin. Girîng e ku herdu heval jî jin in. Ev yek nîşanî me dide ku PKK tevgereke bi pêşengiya jinan e. Çalakiya 2.; Çalakiya Enqereyê ye ku weke xencerekê xistiye dilê dagirkeran. Ev çalakî şûrê ku di dilê rejîma faşîst de asê bûye. Şehîd Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan li axên herî tarî ala azadiyê hildan. Çalakiya dawî jî çalakiya li hemberî TUSAŞ’ê a Enqereyê ye. Şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn bi vê çalakiyê re bûne cewhera Hevjiyanaazad. Van lehengan ne tenê li dijmin di heman demê de li pergala qirêj a ku wî afirand jî derbeke kujer xistin.
Di dawiyê de, “Eger mar birînek bi qasî serê derziyê werbigire… dê morî biherikin ser wê birînê. Ew ê di rojekê de mar bixwin û xilas bikin,” dibêje. Dewleta Tirk ew birîn di dema êrîşên li ser Kobanê de girt, dema ku gel weke mêşan sînorên navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas kirin. Ev birîn ji derbeyên din ên kuştî cuda ye. Ji ber ku gelê me sînorên xêzkirî red kir û ji 7 heta 70’î salî bi hemû beşên xwe tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi vî rengî hilweşîna zihniyeta barbar rewa bû.
Lê belê, divê em ji bîr nekin ku dijmin beriya ku nefesa xwe ya dawî bide dê bixwaze diranên xwe yên jehrî derrbas bike. Lêbelê, divê em pir baldar bin û hişmendiya gelemperî ya rêxistinkirî zêde bikin. Divê em li ser esasê Stratejiya Gel a Şoreşgerî xweparastina xwe xurt bikin û li her qadê derbeyan li dijmin bidin. Yên ku wê pêşengiya vê yekê bikin ciwan in. Divê ciwan serê xwe ji qûma pergalê derxin û bi guhdana dengê azadiyê cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigirin. Nexwe ew dem ji dijmin re dikire û îhtîmala ku em jehrî bibin zêde dike.
Divê her ciwan hincetekê ji bo beşdarî vê têkoşînê bibîne. Li dijî faşîzmê rawestin pêwîstiya mirovbûnê ye. Ciwan hem mertal û hem jî şûrê têkoşîna me ya azadiyê ye. Serkeftin wê bi destên ciwanan bilind bibe.
Em di wê baweriyê de ne ku di serdemeke ku lehengiyeke wiha destanan pêk were de, serketin wê ya gelê me yê li dijî metîngerî li ber xwe dide. Em di wê baweriyê de ne ku gerîlayên azadiyê û hêza dînamîk a li hemberî hemû zîhniyetên tarî wê ciwan bin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwan wê di vê têkoşînê de rol û mîsyona xwe bi cih bînin.”