MEXMÛR– Weki li her aliyên welatê û derve welatê jî, li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûre ciwan berxwedana lêhengî li Rojavayê Kurdistanê kêlî bi kêlî dişopînin.
Rojnamevana Wargeha Şehîd Rustem Cudî Mizgîn Kara nirxandinên xwe bi me re parve kir:
Di destpêkê de em êrîş li ser Rojava şermezar dikin û berxwedana gelê Rojava silav dikin. Pêşketinên li Sûrî piştî 27’ê Mijdarê dewleta Tirk vê yekê ji xwe re kir firsend. Hêzên desthilatdar planek ya nû şêwedayîna Rojhilata Navîn çêkirin û dixwazin vê bixin meriyetê. Ew hêz hewl didin dest biavêjin destkeftiyên Kurdan. Yek ji wan dewletan ku hewl didin ve planê de cîh bigirin, dewleta Tirk a dagirker e. Lê belê ne tenê dewleta Tirk pişt wan êrîşên hene. Pişt perdel hêzên din ên desthilatdar hene. Kiryarên ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe pêktîne, pêvajoya sala 2014 û şûnde û Daeş tîne bîra mirov. Çawa ku li her derê berxwedanek bê hempa li dijî êrîşên Daeş hat meşandin, niha jî berxwedana herî mezin tê meşandin. Bi heman rihê ku di sala 2014 de li Kobanê êrîş şikand, pêwiste niha jî di her çar aliyên Kurdistanê de berxwedan bê meşandin. Rêber APO ne tene ji bo azadiya gelê Kurd tedikoşe, ji bo hemû azadixwazan berxwedanê dimeşe. Bi heman awayî pêwîste civakên her derê dengê xwe li dijî wan êrîşan dengê xwe biind bikin. Taybet Ciwan û Jinên Ciwan rola wan di şikandina wan êrîşan de sereke ye.
Wek jinên ciwan ên Mexmûrê em piştgiriya xwe didin gelê Rojava û çi tê xwestin em jê re amade ne.
Ê ku ji me hemu tê xwestin xurt kirina têkoşînê ye. Bi azadiya gelê Kurd azadiya hemi gelên azadixwaz gengaz dibe.
Xwendekara Peymangeha Şehîd Kerem Kato bi navê Zozan Babat li ser giringiya Xwe Parastinê axivî û got:
Her zindî xwedî mafê xwe parastinê ye. Di nava civakê de şert ji bo xwe parastinê rêxistinbuyînê ye. Civakê ku dikeve ferqa xwe, hêza xwe rêxistin dike, parastina xwe xurt dike dikare xwe bigihîne azadiyê. Dema em behsa parastina rewa dikin, em behsa hêzêk desthilatdar û arteşek a dewletê nakin. Di parastina rewa de civak bi xwe hêza xwe parastinê ye. Ji 7 heta 70 salî her kes erkdar e. Rola hêrî mezin di parastina civakê dikeve li ser milê ciwan, ji ber ku ciwan hêza dînamik û guherîner a civakê ne, dikarin di têkbirina êrîşên dijmin de jî bibin hêza herî diyarker. Lê em tenê di kêliyên şerê germ de na, di her kêlî de pêwîste em parastina rewa zindî dihêlin, amadekarî bikin da ku em di kêliyên pêwist amade bin.
Li hemberî êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî pêwistê em wek ciwan hemu seferber bin û xwedî jî şoreşa Rojava derbikevin.