NAVENDA NUÇEYAN- Li ser medyaya dijîtal dîmenek hate parvekirin ku komek di nava taxên Helebê de digere û bi hoparlorê bang li jinan dikin ku hîcabê li xwe bikin. Gelek beşên Sûriyeyê û jin jî li hember vê dîmenê bi fikar bûn.
Li taxên Ezîziye û Silêmaniyê ku piraniya niştecihên wan xiristiyan in, komekê bi hoparlorê bangên “Hîcab hîcab ey ummeta xwedê” “Allahuekber” bang dikin.
Li Hemayê jî, komeke bi navê “Banga xêrê dikin” pirtûk û broşûr li bajar belav kirin. Di wan de hatiye nivisîn “Yê xeberan bi xwedê dike divê were kuştin”. Komeke din a ji 25 jinan jî a nave “Însiyatîfa Belavkirina Hîcabê” li xwe kiriye, li Hemayê 100 cil û bergên îslamî belav kirin.
Der barê guhertina materyalan de jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji refa yekemîn heta 12’an gelek guhertin çêkirin. Babeta ‘Wataniye’ ji materyalan bi giştî rakirin û di babeta perwerdeya îslamiye de jî guhertin çêkirin.
Navê ‘Zenûbiya’ ku ji bo sûriyeyiyan semboleke dîrokî ye û rola pêşeng a jinan di dîrokê de rave dike, ji pirtûkan hate rakirin.
Kesên li dijî van guhertinan derketine, dibêjin ev dê rola jinan di avakirina siberoja Sûriyeyê de sînordar bike. Hinekan jî got guhertin berovajîkirina dîroka Sûriyeyê ye û nifşekî ku dîroka welatê xwe nas neke, dê ava bibe.