QAMIŞLO- Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo têkildarî rewşa dawî ya Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan ciwanan re civînek hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê li salona PYD’ê ya Qamişlo destpê kir.
Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl amade bû û axaftinek kir.
Aldar Xelîl diyar kir ku ew silav li şervanên QSD’ê yên ku li Tişrîn û Qereqozaxê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî êrîşên hewayî yên dijmin, şert û mercên hewaya sar û hemû şert û mercên dijwar şer dikin û got, “Berî her tiştî ez serê xwe li ber bîranîna hemû şervanên ku di vî şerî de şehîd bûne ditewînim. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ev pêvajo ji bo me û ji bo Suriya nû derfet û firsendên gelek mezin dide me. Divê di serî de ciwan û hemû gel van derfetan baş bikarbîne.”
Her wiha Hevserokatiya Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser erk û berpirsyariyên ku divê ciwan di vê pêvajoyê de bilîzin û destnîşan kir ku divê ciwan pêşengiya şerê gel ê Şoreşgerî bikin û xwedî li şoreşa Rojava derbikevin.
Civîn bi dirûşma “Bijî Berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.