NAVENDA NÛÇEYAN- Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku jinek ciwan ya Kurd li bajarê Sineyê ji aliyê zilamek ve hate kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku di 1’ê mehê (2025) de jina ciwan ya Kurd a bi navê Xezale Hedudî (27) ya xelkê gundê Zaxanî ya ser bi Qurwe û nişteciha bajarê Sineyê, ji aliyê zilamek ve hatiye şewitandin.
Li gorî heman çavkaniyê, jina ciwan ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya Kewser jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin ku jina ciwan Xezale gelek caran daxwaza zilamê kujer ya ji bo zewacê red kiriye, lewma hatiye hedef girtin.
Ajansê da zanîn ku zilamê ku navê wî nehate zanîn, li nav dukanê de agir berdaye jina ciwan.
Hêjayî gotinê ye jina ciwan Xezale dayika zarokek keç ya 11 salî bû.
Li gorî daneyên Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan di sala borî de 47 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 97 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.