NAVENDA NÛÇEYAN – Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê (MJAR) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di 1’ê Çileyê de li taxa Ulus a Sêrtê li dijî polîs û cerdevanan çalakiyek bi Teqemeniya Bidestçêkirî (EYP) li dar xistine.
Naveroka daxuyaniyê ya têkildarî çalakiyê wiha ye:
“Kulubeya polês û cerdevanan a li Taxa Ulus a Sêrtê ji aliyê milîsên me ve hat takîpkirin û şopandin. Di encama şopandin û çavdêriyê de hat tespîtkirin ku polîs di kozika ewlekariya bilind de mane û nobedê digirin. Cerdevan jî dewriyê davêjin. Yekîneya me ya li qadê di 1’ê Çileyê de di demeke ewle û guncav de li ser rêya ku ji aliyê dijmin ve hatibû dewriyekirin, bombeyek teqemenî hişt û dema ku cerdevan derbas dibûn bi rêya kontrola ji dûr ve teqandin.
Piştî teqîna serkeftî hat dîtin ku 2 cerdevanên nobetê li erdê dirêj kirine û demeke dirêj ji cih negeriyane, lê birînên wan nehatine zelalkirin. Di dema ku dijmin ji ber çalakiyê tirsiya û tevger nekir, bi desteka ku bang lê kir demeke dirêj taxê dorpêç kir, yekîneya me ya li qadê ji qadê dûr ket û gihişt herêma ewle.”