BREMEN – TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) Bremenê di çarçoveya pêngava azadiya Rêber APO de danê êvarê li gelek deverên bajêr pankart daliqandin. Li ser pankartan peyama “Azadiya Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e” hat dayîn.
Ciwanan der barê çalakiya ku li dar xistin de gotin, “Sala nû ji bo me sala Rêber APO û sala şehîdên Kurdistanê ye. Em girtiyên siyasî, gerîlayên azadiyê û gelê xwe yê welatparêz bi rêzdarî silav dikin. Weke tevgera ciwanan em amade ne ku heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber APO bidomînin.”
Di tevahiya çalakiyê de dirûşme “Bijî Serok APO!” hatin berzkirin û di çalakiyê de girîngiya azadiya Rêber APO ya ji bo azadiya gelan hate destnîşankirin.