ESSEN – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Essen ê Elmanyayê li dijî êrîş û komkujiya li ser Rojava meşek li dar xistin.
Ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker û çeteyên SMO yên li ser Rojava, ji Hîrschland Platzê heta Rheinischen Platza meşiyan.
Di meşê de alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Qatil Erdogan” hatin qîrîn.
Ciwanan bi dîlana gerîla dawî li çalakiya xwe anîn.