BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) berxwedana gelê Rojava ya li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wê, silav kirin. Enternasyonalîst û ciwanan jî piştgirî dan meşa ku ji Kottbusser Tor heta Hermanplatzê dom kir.
Di meşa ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, alên YPJ û TEV-DEM’ê hatin rakirin. Di meşê de “ELEVÎ, DRUZÎ, XIristiyan TÊN KUŞTIN Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ TENÊ TEMAŞE DIKE; LI DIJÎ DAGIRKERÊN TIRK KURDISTANÊ PARASTIN!”pankarta ku bi Elmanî hatibû nivîsandin hat hilgirtin.
Di tevahiya meşê de dirûşmên “ZAP, AVAŞÎN, METÎNA-BİJÎ BERXWEDANA GERÎLA”, “BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA” û “JIN JIYAN AZADΔ hatin berzkirin.
Di daxuyaniya piştî meşê de ciwanan destnîşan kirin ku ew ê li derdora Rêber APO bibin yek û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.
Meş bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.