STUTTGART- Berxwedana gel a li Rojava ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SMO’yê, di pêşengiya ciwanan de hat silavkirin.
Bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SMO’yê yên ser Rojava, bi meşekê hate protestokirin.
Di meşa ku piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Di meşê de pankartên ji bo rawestandina komkujiya li Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê hatin vekirin. Her wiha alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatin rakirin.
Piştî meşê bi zimanê Elmanî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de; Ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê bal hat kişandin û wiha hat gotin: “Divê dewleta Tirk a faşîst bizane ku berxwedana Rojava berxwedana me ye. Em ê bi hemû hêz û îradeya xwe Rojavaya ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin biparêzin.”
Her wiha qetilkirina xebatkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bibûn, hate protestokirin.
Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê û dirûşmeyan bi dawî bû.