STUTTGART- Jinên ciwan ên endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê sînevîzyona ku rewşa Rojava eşkere dike, li qada giştî nîşan dan.
Sînevîzyonek ku bi zelalî encamên rola Almanyayê ya li herêmê bi alîkariya aborî û şandina çekan ji bo dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.
Di dema pêşandana sînevîzyonê de, broşur û belavokên têkildarî rewşa di encama êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de hatin jiyîn hatin belavkirin.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê dewleta Elman dawî li polîtîkayên xwe yên alîkariya çek û malî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker bîne.
Jinên ciwan diyar kirin ku heta êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Kurdistanê neraweste ew ê li qadan têbikoşin.