PARÎS- Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên li Taxa Drancy ya paytexta Fransa Parîsê, amadekariyên xwe yên ji bo meşa 11’ê Çilê ji bo şehîdên Parîsê didomînin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê yên Parîsê danê sibehê li derî, dîwar û paceyan belavok belav kirin, afîş û çîtik daliqandin.
Hate gotin ku ciwanên endamên TCŞ’ê ya Parîsê danê êvarê hatin cem hev û ji bo meşa 11’ê Çilê ji bo şehîdên Parîsê banga tevlîbûyînê li hemû gelê me kirin.