MARSÎLYA- Ciwanên endamên CKF’ê li meydana Canebîere ya Marsîlyayê standa pirtûkên Rêber APO vekirin.
Ciwanan diyar kirin ku armanca wan a sereke ew e ku felsefeya Rêbertî ji cîhanê re ragihînin û diyar kirin ku çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê Rêber APO ye.
Li kêleka standê ciwanan festîvala muzîkê li dar xistin û ji bo çanda kurdî belav bikin govendên ên taybet ên gelê Kurd lêxistin.
Di bernameyê de ciwanan timî dirûşmeyên Bijî Serok APO û Bê Serok Jiyan Nabe berz kirin.