Marsîlya- Ciwanên endamên TCŞ’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li balafirgeha Marsîlyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanan diyar kirin ku heta Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe ew ê li qadan bin, her wiha diyar kirin ku ew êrîşên li dijî Rojava qebûl nakin û diyar kirin ku divê bi ruhê seferberiya Kobanê li qadan bin.
Di çalakiyê de ciwanan timî dirûşmên “Liberté Pour Öcalan”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Ciwan Fedayê Rêber Apo ne!” qîriyan. Li balafirgehê bi qîrîna dirûşmeyan dengê xwe bilind kirin.