NAVENDA NUÇEYAN- Nujiyan Öcalan Nivisand
“Tu îro çawa hîs diki? Tu li hestên xwe guhdarî diki? Tu di jiyanê de li gor hestên xwe an hişê xwe diçi? Gava ku hûn kêfxweş in an xemgîn in, ew çawa xuya dide der? TedDi jiyana xwe ya rojane de tu carî xwe bi vî awayî şopandiye? Ger em bi vî awayî li xwe binêrin, em dikarin di derbarê xwe de gelek tiştan nas bikin û fam bikin.
Hest beşek aidê xwezaya mirovan e. Mirov hem xwedî zêhniyeta hestyarî û hem jî aqilê analîtîk e. Bi gotineke din, em hem hîs dikin û hem jî difikirin. Dema ku hevsengî di navbera herduyan de pêk were, mirov dikare jiyana herî tendurîst û rast bijî û di navbera jiyana xwe û rastî û pêdiviyên civakê de aheng û hevsengiyê çêbike. Ev rewşa xwezayî ya mirov e, aqilê hestyarî û aqilê analîtîk hevdu temam dikin. Bi gotineke din, di rewşa xwezayî ya mirov de, em li ser hiskirinê difikirin û her duyan dikin yek.
Lê dema em li rastiya îro dinêrin, em dibînin ku di pergala Modernîteya Kapîtalîst de ferqa di navbera aqilê hestyarî û aqilê analîtîk de roj bi roj ava dibe û kûrtir dibe. Mînak ger em li zanistê binerin, di bin navê zanista pozîtîvîst de, ango zanista tenê aqil esas digire, hest, ruh û metafizika civakê tê înkarkirin. Di encamê de ev zanista ku li ser vê bingehê dixebite, ji rastî û pêwîstiyên civakê dûr e. Ew çekên nukleerî çêdike ku ger were bikar anîn, dikare di saniyeyan de mirovahiyê tune bike. Çawa dibe ku ev tiştek hewceyê civakê be? Tenê xizmeta wan kesan dike ku dixwazin desthilatdariya xwe li ser civakê ferz bikin û berfireh bikin, ku xeterî û wateya vê yekê ji bo jiyana mirovan nahesibînin. Yanî di xebata vê zanistê de hestên wijdanî pêş nakevin. Biryara çêkirina çekên nukleerî tenê bi aqil tê dayîn, ne bi hestan. Ev rewş jî dibe sedem ku zanista îroyîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ne hêze û ewlekarî û azadiya gel ne di asteke pêşketî de ye. Ev encama qutbûna aqilê hestyarî û analîtîk e
Egêr wisa ye, niha em him weke şexs him girêdayî vê jî weke civak, em çawa dîsa bi hêz bibin û herduyan di xwe de bikin yek? Çawa bibin kesayetên xurt ku dikarin ber bi hedefeke ve biçin, ber bi azadiyê ve biçin? Girêdayî vê mijarê Rêber APO di dahûrandinên xwe de girîngiya polîtîkkirina hestan dide diyar kirin. Dibêje ku lazim e em hestên xwe polîtîk û civakî bikin. Ev çawa dibe? Bi riya xwe perwerde kirinê dibe. Him dahûrandinên Rêbertî him jî broşur û weşanên din ên Akademiya Jineolojî di derbarê vê mıjarê de dikarin werin xwendin. Ser vê esasê jî mirov xwe, hestên xwe di jiyanê de çavdêrî bike , xwe keşîf bike, xwe tehlîl bike:
Ez di jiyana rojane de herî zêde kîjan hestan jiyan dikim? Dema zahmetî dikişînim, teng dibim, çi dikim? Herî zêde ji çi aciz dibim, ji çi kêfxweş dibim? Û ev tê çi wateyê? Hestên min çiqas bi tiştên girêdayî rastiya civaka min ve girêdayî ne, û çiqas bi tiştên biçûk, teng û şexsî ve sînordar dimînin?
Mînak beramberî diyardeya ku niha 26 sal in Rêbertî di zindana Imralî de dîlgirtî ye û di bin êşkence û tecrîdê de derbas dibe, çiqas bi hêrs im? Beramberî Gerîlayan li çiyayan ku her roj li dijî çekên kîmyawî li berxwe didin û ji bo me jiyana xwe didin, çi hîs dikim? Çiqas hestên min ên tolhildanê ji bo hevalên me yên şehîd li pêş in? Çiqas êşa gelê xwe hîs dikim, ku ewqas sal di bin qirkirin, şer û înkarkirinê de derbas dibe? Çiqas bi êşa jinan dihesim ku rojane di civaka me de tên qetilkirin, tecawûzkirin û bi cureyên cuda cuda zilm dibînin?
Yan piranî bi tiştên wisa difikirim û aciz dibim ku îro di dibistanê de şagirteke din ji min serkeftîtir bû, cilê hevala min ji yên min xweşiktir bûn yan kesek ku min jê hez kir bala xwe nedaye min?
Ev ji bo me jinên ciwan ên di vê civakê de dijîn tê çi wateyê? Çawa bandor li kesayetiya me kiriye û çawa xwe dide der? Zihniyet û perspektîfa civaka ku em tê de mezin bûne, ji vê qutbûnê gelekî bandor bûye û li gorî wê hatiye teşekirin. Çi bi rêya zanista pozîtîvîst, ku bingeha dibistan û zanîngehan e, bi rêya medyayê be, çi jî bi rêya fîlman, YouTube, Instagram û hwd., ku desthilatdar weke amûreke şerê taybet bi kar tînin û bi hest û ramanên me dilîzin û wisa bê ku em bikevin ferqê bi hest û fikirên me dileyizin. Li gorî xwe didin ava kirin û qûtbûna zekaya hestiyar û zekaya analîtîk di kesayetên me de didin avakirin. Ji ber ku hest û ramanên me li ser vê bingehê ji hev hatine veqetandin, em nikarin zû bi zû hêza xwe nas bikin û derxin holê, îradeya xwe pêş bixin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Mesela, gava tiştek tê serê me, em aciz dibin, em digirîn, dibe ku em bertek nîşan bidin, em diçin deverek û heya demek nediyar rewşa me xirab dimîne. Çima? Ji ber ku ev hest di hundirê me de serdest e. Loma jî nikarin vê hestê bi ser bixin. Em çareseriya vê pirsgirêkê nabînin. Di vê kêliyê de tenê hest li pêşiyê ye, fikirîn, ango jîrbûna analîtîk nakeve dewrê. Di encamê de êdî em dikevin xefika vê hesta neyînî û ger rast were gotin em dibin koleyê hesta xwe. Ger me di rewşek wisa de bifikiriya û hîs bikira, me dikarîbû hestên xwe kontrol bikin û ji rewşê derbikevin. Şûna ku hest an ajo me bi rê ve bibe, me xwe bi xwe bi rêvebiriba. Bi afirandin û kûrkirina vê valahiyê di nava me hemûyan de, sîstema desthilatdariyê armanc dike ku kesayetiya me lawaz û civakan ji hêza wan bêpar dihêle.
Cihana me ya hestan çiqas mezin e, çiqas teng e, çiqasî civakî ye, çiqasî şexsî ye? Pêwîst e em vana di xwe de lêkolîn û keşîf bikin û ser vê esasê hestên xwe perwerde bikin. Vê cîhana xwe ya hindurîn gav bi gav mezin bikin heya ku hemû mirovahiyê tê de bihewînin. Ji ber ku rastî jî ev e ku çiqasî cîhana me ya hestan teng û şexsî be, ewqasî pergal û dijmin em xistinê bin serweriya xwe û em kirine kesayetên ji hêza xwe û hedefa jiyaneke watedar bêpar. Pêwîst e taybet weke jinên ciwan em hestên xwe ji dijmin yanî pergalê re nehêlin, tiştên mezin bifikirin, hîs bikin û mezin jiyan bikin. Weke Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn û hemû van hevalan ku bi hestên xwe yên mezin ji bo Rêbertî, gel û welat û viya bi hêza mezin a fikirandinê kirinê yek, bi vî awayî bûne fedayîyên serdemê ku dîrokê dinivîsinin.
Rêbertî dibêje ‘Hest yan deriyên ber bi koletiyê ve, yan jî ber bi azadiyê ve vedike.’ Tiştê ku diyarker e ji bo ku em bi kîjan deriyê biçin, em bi xwe ne, asta me yê perwerde û zanebûnê, tekoşîn û terzê jiyanê ye. Asta me ye komînal û rêxistinbûnê ye. Ji be vê tişteke ku pêwîst e em bi xwe biriyara vê bidin û li gorî vê jiyan bikin. Ji bo ku bibin şopdarên Şehîd Asya û Şehîd Rojger û hemû şehîdên azadiyê, em ê hestên xwe polîtîk û civakî bikin , xwe rêxistin bikin û hest û kesayetên xwe ji bin bandora pergalê derxin, bihevre ber bi azadiyê ve biçin.”