KOBANÊ- Tevlîbûna seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû, ji 7 sali 70’î sali ciwan, jin û gelên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana destanî silav dikin û peyamên piştgiriyê didin.
Bi dehan şêniyên gundê Xîzanê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ê li cem şervanên xwe bin û teslîmî êrîşên dijmin nebin.
Di daxuyaniyê de têkoşîna QSD’ê ya ji bo parastina herêmê hate silavkirin û ev daxuyanî hatin dayîn:
“Em bi hevalên xwe, bi gelê xwe re amade ne ku piştgiriyê bidin hevalên xwe yên li eniyên şer li ber xwe didin. Em bi dijminekî hov re rû bi rû ne; bi top, tank û balafirên şer êrîşî Tişrîn û Qereqozaxê dikin û dixwazin axa me dagir bikin. Şervanên me yên QSD, YPG û YPJ’ê li ser vê bingehê bi derbên giran bersivê didin van êrîşan, Em dixwazin diyar bikin ku em ji bo piştgiriyê amade ne. Dema pêwîst bike em ê sing bi sing li dijî dijmin şer bikin. Dijmin çi bike bila bike, ew ê ti carî nikare axa me dagir bike.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD’ê”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.