BASEL – Roja Îna borî li bajarê Basel ê Swîsreyê ser navê endamên Çapemeniya Ciwanên Kurd ên Ewropayê, rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên 19’ê Kanûna 2024’an de hatin qetilkirin, dewreyeke perwerdeyê hate lidarxistin. .
Endamên çapemeniyê yên ciwan ên li Ewropayê dixebitin beşdarî dewreya perwerdeyê bûn.
Ciwanên ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya di 3’ê Çileyê roja Înê de dest pê kiribû, dewreya perwerdeyê ya li ser esasên xebatên çapemeniyê bi dawî kirin.
Rojnameger Viyan Botan ku li ser dîroka çapemeniya Kurdistanê û dîroka çapemeniya ciwan semînerek da, diyar kir ku têgihîştina çapemeniya ku rastiyê radixe ber çavan.
Botan, çavkaniyên çapemeniya nivîskî ya ji rojnameya yekemîn a li Kurdistanê derketiye heta roja me ya îro nirxand û diyar kir ku di nêzîkatiya ciwanên Kurd a ji çapemenî û amûrên ragihandinê re xala bingehîn a ku divê esas bê girtin “rastî” ye.
Wî got ku di karê çapemeniyê de prensîbek e ku rojnamevanên ku li pey heqîqetê dimeşin û ji bo vê yekê canê xwe didin, wekî pêşeng bên qebûlkirin.
Pêşkêşvanê Bernameya Stêrka Sor Abdullah Koca jî navekî din ku beşdarî bernameya perwerdeyê bû.
Abdullah Kocayê ku beşdarî bernameyê bû, fikr û tecrûbeyên xwe yên li ser rojnamegeriya rast di Çapemeniyê de parve kir.
Êrîşên sîstematîk ên li ser asta cîhanê bi taybetî jî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî çavkaniyên çapemeniya Kurd bi salan e didome. Armanca van êrîşan ew e ku zilm û qetlîamên li ser gelê Kurd tên kirin bi raya giştî ya cîhanê re neyê parvekirin. Koca der barê van mijaran de nêrîn û pêşniyarên xwe anî ziman û girîngiya hilgirtina mîrateya rojnamegerên birûmet di dîroka Kurdistanê de û nehiştina pênûsa wan li erdê nirxand.
Bername bi perwerdeya bingehîn a rojnamegeriyê dewam kir
Rojnameger Cemîl Mazlûm ku beşdarî perwerdeya bingehîn a rojnamegeriyê bû, li ser teknîka nivîsandina nûçeyan û montajê perwerdeya berfireh da.
Ciwanan piştî perwerdehiya li ser prensîbên bingehîn ên rojnamegeriyê, teknîkên nivîsandina nûçeyan, cureyên nûçeyan û teknîkên sererastkirinê, nûçe nivîsandin û di navbera xwe de hevpeyvînan pêk dianîn da ku tiştên ku hîn bûne bixin pratîkê.
Piştî perwerdeyê ciwanan soz dan ku ew ê pênûsa rojnamevanên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan neavêjin.