HESEKE – Gelê Efrînê yê ku li Şehba koçber bû, bi êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker carekî din koçber bûn û bi hezaran derbasî herêmên din ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn.
Li Heseke hejmarekî mezin ê malbatên Efrînî li dibistanên bajarê bi cih bûn. Rûxmê zehmetiyan gel helwestê xwe yê berxwedanê nîşan dide. Elîv Cûmo destnîşan kir ku di encama êrîşên dagirkeriyê çeteyan koçberê Heseke bû: “li ser rê gelek zehmetiyan derbas bûn û hejmarek zarokan ji serma jiyana xwe ji dest dan”. Her wiha, anî ser ziman ku rûxmê zehmetiyan, gel, ciwan û şervanên QSD heya dawî berxwedan û pişta hev du girtin. Her wiha, Elîv diyar kir ku ewê bersiva pêwîst bidin dagirkeriyê: “Ez bi hêvî me hemû ciwan bibin yek û li hemberî dagirkeran bisekinin, bersîvek rast bidin van dijminan ji bo ku em parastina gelê xwe bikin û serokê xwe bikin”.
Zelal Ehmed ê ku 7 sal li Şerewa dima, got ku çeteyan dema hatin Şehbayê gelek kes kûştin, lê belê, destnîşan kir ku bi yekbûna gelê kurd xeyalên dagirkeriya Tirkiyê wê pêkneyên. Her wiha destnîşan kir ku di serî de ciwanan wê berxwebidin û banga hemû ciwanên Efrînê kir: “Ez bi hêvî me hemû ciwanên Efrînê tevlî şer bibin û keleka QSD şer bikin.”