SWÎSRE – Ciwanên endamên Tevgerê Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Basel ê Swîsreyê li hev civiyan û banga tevlîbûna meşa bi dirûşma “Kujer diyar e, Fransa çima bêdeng e” kirin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo qetilkirina şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileya 2013’an de û qetilkirina şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di 23’ê Kanûna 2023’an de wê meşek bê lidarxistin. .
Li ser vê bingehê Ciwanên Şoreşger ên ji bo meşa di 11’ê Çile de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Em weke ciwanên TCŞ’ê yên Swîsreyî beşdarî meşa 11 Çile ji bo şermezarkirina qetlîamên li Parîsê dibin. Banga me ji hemû Ciwanên Kurd ên Welatparêz re ye, werin em bi hev re van komkujiyan protesto bikin.”