ENQERE – Rêxistinên ciwanan ên Enqereyê li ber Şaredariya Çankayayê daxuyaniya çapemeniyê dan û polîtîkayên zextê yên hikûmetê yên li ser ciwanan protesto kirin.
Rêxistinên ciwanan ên ku xwestin êrîşên hikûmetê yên li ser ciwanan protesto bikin li Kolana Sakarya hatin cem hev û li ber Şaredariya Çankayayê meşiyan.
Di daxuyaniya li vir de pankarta “Têkoşîna şoreşgerî ya ciwanan nayê rawestandin, bijî hevgirtina şoreşgerî” hate vekirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zanîngeh ên me ne, wê bi me re azad bibin”, “Ciwan wê werin, sosyalîzm wê werin”, “Ji bo Rojîn, Zeren, Gulîstan wê hesab were dayîn” hatin berzkirin.
Ji Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Çagla Çakir ku li ser navê ciwanan daxuyanî da, diyar kir ku li gelemperiya cîhanê şer û êrîş zêde dibin, ciwan jî ber bi bêpêşerojê ve tên kişandin. Çagla Çakir got, “Mafên me yên bingehîn ên weke stargeh, xwarin, çûnûhatin û perwerdeyê tên desteserkirin. Gelek hevalên me yên weke Zeren, Rojîn, Enes di nava lepên bê paşerojê de ji jiyanê hatin qutkirin. Dewlet û nîzama sermayeyê jiyan û siberoja me didizin.
Çagla Çakir diyar kir ku ew ê li kampusan li dijî êrîşan têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin û got, “Çawa ku di Berxwedana Serdemê ya Bosforê de ku Îkbal û Ayşenur hatin qetilkirin, me ji wargeh heta kampusan, ji kampusan heta qadan veguherand qadên çalakiyê. Zeren jî di encama îhmalkariyê de li yurdxaneya KYK’ê hat qetilkirin, ne bi girtin û ne jî zextên we wê nikaribin pêşiya têkoşîna me ya rêxistinbûyî bigirin.”