NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Jinên Ciwan a Welatparêz di sala 2025’an de yekemîn hejmara bi şîara “Em bi rihê Sara’yan berxwe bidin, Komplo perçe bikin, Ji Rêber APO re bibin rêheval” derket.
Di hejmara Çile-Sibatê ya kovarê de mijara Berxwedana Serdemê û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û berdewamiya wê, Komkujiyên 9’ê Çile bi gotar û kategoriyên cuda bi xwendevanên xwe re hatiye parvekirin.
Di kovara ku li ser mijara berxwedanê ye, rê û rêbazên ku jinên ciwan wê sala nû çawa bikin sala azadiyê, ji perspektîfên Rêber APO, Jinên Ciwan û Zanîngehê hatine diyarkirin.
Di kovarê de perspektîfên xurt ên ji bo ronîkirin û hişyarkirina jinên ciwan bi perspektîfa Rêbertiyê ya bi navê “Ez bi rastî bûm du parçe”, perspektîfa jinên ciwan bi navê “Yên ku rêya wan Rêber APO û şehîdan e, wê tu carî ji rê dernekevin.” û perspektîfa zanîngehê bi navê “Lêgerîna Azadiyê li derveyî dîwarên kampusê”. cîh digre.
Di kategoriya dosyayê de gotara Dilzar Dîlok a “Rêheval Sara, dayika ronahiyê xwedawenda rêya me ronî dike” û nivîsa Raperîn Munzur a “Jiyana bi şêwaza Rêbertî jiyana azad e” cih digire, beşa portreyê de jî ser jiyan û tekoşîna Şehîd Nûjiyan Erhan tê vegotin.
Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz di beşa Jineolojiyê de gotara Çîgdem Dogu ya bi navê “Jinên Ciwan bi jineolojiyê re dibe xwe”, di beşa Pênûsa Jinan de gotara Roşan Semsûr a bi navê “Sala ciwaniya we pîroz be” û di beşa Çand û Hunerê de jî “Çanda berxwedana Zapê” cih digire.
Hûn dikarin li navnîşanên jêrîn xwe bigihînin kovara ku xwendevanên xwe di gelek kategoriyên din de perwerde dike.
https://t.me/jinenciwanturk
https://t.me/yurtsevergenckadin