NAVENDA NUÇEYAN- Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê îro ji bo parastina Bendava Tişrînê û dijberiya şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.
Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji hewayî û bejahî êrîşî herêmê dikin, karwanê wesayîtên gel jî kirin hedef.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku karwanê wesayîtan ê gel, ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta dagirker ve hatine bombebarankirin.
Hat gotin ku di êrişê de şehîd û birîndar çêbûne.