NAVENDA NUÇEYAN- Endamên Meclîsa Ciwanan a Bajarê Wanê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Lorîn Aryen Turgut û Kenan Îldenîz li ber avahiya Meclîsê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, bi xinceta “îfadeya we heye” hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku endamên meclîsa ciwanan ên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê, nayê zanîn ka dê îro îfadeya wan bê girtin an na.