BASEL- Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Basel ê Swîsreyê li hev civiyan û analîzên Rêber APO xwendin.
Li Navenda Çanda Kurd a Baselê endamên TCŞ’ê piştî deqeyek rêzgirtinê dest bi xwendina pirtûkê kirin.
Ciwanan berhevoka bi sernavê “Şoreş dozeke mezin a bawerî, biryar û îradeyê ye” ya Rêber APO xwendin û piştî xwendinê nîqaş hatin kirin.
Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku ji bo ciwanên Kurd xwendina Rêber APO çiqas girîng e.
Her wiha hate destnîşankirin ku yekane rêya dîtina felsefeya jiyanê di fikir û ramanên Rêber APO de xwendina Rêber APO ye.