TEBQA- Ciwanên Efrînê yên ku neçar man ji Şehbayê koçî Tebqayê bibin, ji bo lidijî êrîşên dewleta Tirk a dagirler li eniyên şer de cihê xwe li kêleka şervanên QSD`ê bigirin li Tebqayê li ser esasê parastina cewherî perwerde dîtin.
Nêzîkî 15 ciwan beşdarî dewreya perwerdeyê ya li ser navê fermandara YPJ’ê Şehîd Ronahî Yekta bûn.
Parastina Cevherî çiye? û giringiya wî ji bo gel çiye? “Di şerê gel a şoreşgerî de rola ciwanan çiye? Dîroka Şoreşa Rojava, Rastiya Dijmin û Şerê Taybet û hwd. li gel gelek dersên teorîk, li ser cureyên çekan û bikaranîna wan jî perwerdeya pratîkî hat dayîn.
Dewreya perwerdeyê ku bi coş û heyecaneke mezin nêzî 14 rojan dewam kir, piştî tetbîqata ku îro hat lidarxistin, bi serkeftî qediya.
Ciwan ji bo şer li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê amade ne şer bikin û li bendê ne ku biçin eniyên pêş.