TÎŞRÎN- Duh danê sibê bi hezaran kes ji bo piştgiriya hêzên QSD û YPJ’ê bi karwanekî mezin ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê. Gelê li ser rêya Tişrînê gelek caran bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Tevî êrîşan jî gel bi biryardariyeke mezin ber bi Bendava Tişrînê ve herikin
Gelê ku ji duh ve li dijî êrîşên dewleta Tirk li bendava Tişrînê nobetê digirin, li ser bendavê bi dirûşmeyên berxwedanê û sirûdên şoreşgerî govendê digrin. Her wiha ji herêmê dengê tililî û defan bilind dibe. Gel bi coşeke mezin li ber xwe dide û nahêle dagirkerî derbas bendavê bibe.