BASEL – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li kantona Basel a Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO ya li dijî Bendava Tişrînê bi daliqandina ala mezin a TEV-DEM’ê li ser avahiyeke bilind protesto kirin. Piştre bi pêşengiya ciwanan li Gara Trenê ya Baselê bi beşdariya gelê Kurd û dostên wan daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Di çalakiya ku alên YPG û YPJ’ê hatin vekirin de bi Kurdî û Elmanî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya hevgirtina şoreşgerî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SMO yên li ser Rojava.
Kemal Uzun daxuyanî da;
“Em komkujiya dewleta Tirk a dagirker li ser sivîlan û sûcê wê yê li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Ev êrîş nayên qebûlkirin. Dewleta Tirk a faşîst ku bi xwînê dixwe, divê bizane ku ti carî nikare me ji têkoşîna heqîqetê bitirsîne. Em ê ti carî serî li ber van êrîşan netewînin. Em heta dawiyê dibêjin berxwedan jiyan e.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Hoch die Internationale Solidarity” bi dawî bû.