HESEKÊ – Gelê Hesekê ber bi Bendava Tişrînê ve ji bo parastina nirx û destkeftîyên xwe diherike.
Wekî ku tê zanîn Bendava Tişrînê li ser çemê Firatê ye. Bilindahiya bendavê 40 m û kapasîteya hilberînê 630 MW e ku ji 6 turbînan pêk tê. Ev bendav ji bo gelê heremê çavkanîya aborî û ya jîyanê ye. Bi saya vê bendavê gelê heremê debara xwe ya jîyanî, wekî av, ceyran hwd. dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji ber grîngîya vê bendavê dixwaze gelê heremê ji jîyanê qut bike. Wekî stratejîya şer dixwaze bi erîşên pir hovane Bendava Tişrînê piteqîne û gundên derdorê di bin avê de bihêle, gelê heremê bê av û bê ceyran bihêle. Li hemberî van êrîşan giştî gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê bû du roj e, li bendavê nobet digrin.
Îro serê sibehê dîsa komek ji bajara Hesekê ber bi Bendava Tişrînê ve diherike. Gelê Hesekê bi çoş û kelecanîyek mezin amadekarîyên xwe temam kirin û derketin rê.