ŞENGAL – Yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li meclisa Gel ya Xanesora Şinalê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber APO azad bikin” bi beşdarbûna 70 delegeyî ji ciwanên ereb û êzidiyan di saet 10:00’an de destpê kir. Konferansê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna Azadiyê destpê kir. Piştre ji bo dîwanê berdevka Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sûham Şingalî, berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Avesta Ezda û berdevka Tevgera Azadiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan hatin hilbijartin.
Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr, YJŞ’ê hatine temaşa kirin. Di heman demê de Sînevîzyonek ku ji perspektîfên Rêber APO hatiye berhev kirin wê bê temaşe û guhdar kirin. Di heman demê de rapora kar û xebatê du salan yên jinên ciwan wê bê xwendin. Di salona konferansê de posterên Rêber APO û Jinên pêşeng yên weke Şehîd Sara, Şehîd Ronahî, Şehîd Rojbîn, Şehîd Sara û Rûken, yên di rêya têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine hatiye xemilandin.
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hevseroka Xweseriya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hat kirin.
Rîham Hesen konferansê di serî de li Rêber APO hemû şehîdên azadiyê û şervanên azadiyê pîroz kir, silavên xwe ji Rêber APO re şand û got: “Em di şexsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî de konferansê li hemû şehîdan pîroz dikin. Em konferansa ciwanên ereb û êzidî gelek pîroz dibînin ku di demeke gelek girîng de pêk tê. Dijmin di şexsê ciwanan de dixwazin civakê tune bikin. Hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurt e ku dê ji hemû êrîş û polîtîkayên qirêj re bibin bersivek xurt. Yê ku div ê şerê de pêşengtî ji şerê azadiyê û civakê re bike ciwan û jin in. Rolê mezin dikeve ser milê û ciwanan. Wekî ku me di destpêkê de jî gotibûn hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurt e ku dê ji pêvajoyê re bibin bersivek xurt. Her wiha em ê li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin ku dixwaze di navbera civaka ereb û êzidiyan de têbikoşin û hevgirtina gelan xurtir bikin.“
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona ku ji dahûrandinên Rêber APO hatibû amadekirin, hat temaşekirin û guhdarkirin.
Konferans bi axaftinan didome.