MERSÎN – Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan di encama serdegirtinên danê sibehê de hatin binçavkirin.
Ji bilî Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê yên girtî, endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan jî di nav de hene. Hate diyarkirin ku avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û “qeyyûm hatiye tayînkirin”. Hat destnîşankirin ku ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepenîtiyê heye û 24 saetan gihandina parêzeran a girtiyan hatiye astengkirin.
Gelê li taxên cuda yên navçeya Akdenîzê li dijî hewldana îpotekkirina vîna wan û rewşa girtîyan û qeyyûm bi meşekê protesto kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM’ê ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kuş bang li gel kir ku li hemberî desteserkirina qeyûman li ber şaredariyê li ber xwe bidin. Bedrîye Kuş got, “Em bang li gelê Mêrsînê dikin ku vîna xwe biparêzin.”
Bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Diz qeyyûm, ji şaredariyê me derkeve” li ber şaredariyê bênavber dewam dikin.