HELEB – Ciwanên Helebê li Navenda Ciwanan hatin cem hev û civînek li dar xistin û pêvajoya siyasî hate nirxandin.
Di civînê de ku bi dehan ciwan amade bûn, li ser pêvajoya siyasî, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên di bin serweriya wê de, berpirsyariya ciwanan di van êrîşên dagirkeriyê de, li ser çawaniya hevgirtina şerê gel ê şoreşgerî axaftin hatin kirin. Ciwanan di civînê de axivîn û nîqaş kirin ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî dikarin li her taxê xwe biparêzin çi rêbazan pêş bixin.
Pişti civînê ku hat lidarxistin daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku wekî ciwanên Helebê ewê her piştgirîya hezên xwe yên leşkerî, YPG, YPJ û QSD bikin. Berdewamîya daxuyanî de ” Em wekî ciwanên şoreşger cîhên xwe di mewzîyên şer de, di nav rêxistinkirina gel de bigrin. Em amade ne ku kêleke hevalên xwe yên ku di çeperan de şer dikin bisekinin. Bangawazîya me ji bo hemû ciwanan re ye ku bila tevlî hêza xwe bibin, tevlî seferberîyê bibin. Ji ber ku QSD rûmeta me ye û me diparêze. Pewiste em jî taxa xwe, Şêx Mexsud û Eşrefîye biparêzin.” hat gotin.
Daxuyanî bi diruşmeyên ” Bê Serok jîyan nabe” û ”Bijî berxerdana QSD” bi dawî bû.