TİŞRÎN – Gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro jî bi hezaran ketin rê û ber bi Bendava Tişrînê ve ji bo parastina nirx û destkeftîyên xwe herikîn.
Dewleta Tirk a faşîst û qirker bû demekî êrîşek pir mezin li ser binxistina û dagirkirina Bendava Tişrînê de di nav hewldanekê de ye. Ev bendav ji bo gelê heremê çavkanîya aborî û ya jîyanê ye. Bi saya vê bendavê hemû gelê heremê debara xwe ya jîyanî, wekî av, ceyran hwd. didomînin.
Dewleta Tirk ji ber grîngîya vê bendavê dixwaze gelê heremê ji jîyanê qut bike. Wekî stratejîya şer dixwaze bi erîşên pir hovane Bendava Tişrînê piteqîne û gundên derdorê di bin avê de bihêle, gelê heremê bê av û bê ceyran bihêle. Li hemberî van êrîşan giştî gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê bû sê roj e, li bendavê nobet digrin. Ji bajarên Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê yên Kantona Cizîrê derketin rê û sê roj in bi coş û moralek pir mezin li hemberî êrîşan metirsîya xwe û îradeya xwe nîşan didin.
Gelê Ereb, gelê Kurd, gelê Suryan û Aşur hemû di derdora agirê berxwedanê de bûne xelekek û bi hev re stranan dibêjin, govendên xwe digerînin. Gel ji temena yek salî bigre heya temena 80 salî li Bendavê xwe bi cîh kirine û peyamêk xurt ji bo paşve gav neavêtinê didin.