NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli yên li Girtîgeha Edîrneyê bi dawî bû, daxuyaniyên devkî dan.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM’ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kirin. Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got, “Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli silavên xwe dişînin. Tenduristiya wan gelekî baş e. Piştgiriya wan a ji bo pêvajoyê heye. Wê li ser hesabê medyaya civakî ya Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyeke berfireh bê dayîn.” ”
DÊ SIBÊ BI YÛKSEKDAG RE HEVDÎTINE BIKIN
Heyeta DEM’ê wê sibê (12’ê Çile) bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye jî hevdîtinê bike. Tê plankirin ku ev serdan saet di 13.00 de bê kirin.