TİŞRÎN – Nobeda li Bendava Tişrînê bi daxuyanîyekî girseyî ve ji gelê Cizîrê re hat dewr kirin.
Roja çaremîn ya berxwedanîyê de gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê dîsa bi hezaran Ber bi Bendava Tişrînê ve herikîn ku mil bidin berxwedanîyê. Gel bi coş û moralek pir mezin berxwedanîya şervanên ku ji bo azadîya gelê têdikoşin silav dike.
Gelê Kobanê bi daxuyanîyek girseyî ve nobetê gelê Cizirê re dewr kir.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku sekna şerê gelê şoreşgerî di berxwedanîya ku li Bendava Tişrînê didome de hatîyê îspat kirin. Û hat gotin ku ”Kantona Kobanê îro bû çar roj ku sînga xwe dane tank û top û balafîran. Hinek hevalên me şehîd jî ketin, hinek hevalên me birîndar jî bûn lê çar roj ê berxwedana gelê me berdewam e.”
Nûnera Kantona Gelê Kobanê da xuya kirin ku şervanên azadîyê û gel ji hev nayên qutkirin, ev berxwedanî vê tiştê îspat kirîye.
Piştî xelasbûna axaftina Nûnera Kantona Gelê Kobanê, li ser navê Kantona Cizîrê Fatma Keleş mafê axaftinê girt. Fatma Keleş Di axaftina xwe de dîyar kir ku rûxmî hemû êrîşan gel paşde gav neavêt û got ”Ev dijminê hov rojane êrîşê xwe berdewam dike, dixwaze hê û îradeya me bişkînê lê nikare. Ev top û teyare xwe bişûxûlîne jî nikare îradeya me tune bike. Şehîdek me diçe bi hezaran em soza xwe didin, bi hezaran dayik û jin têkoşîn diki ji bo azadîya gelê xwe, ji bo azadîya hemû gelên bindest.”
Di dawîya axaftina xwe de dîyar kir ku di van axan de hezaran şehîd hene wê dev ji vê dozê bernedin û got ”Em îro dîrokê dinivîsin. Emê ji dijminê xwe re bêjin emê hebîn, emê li ser vê axê bin. Emê pişgirîya QSD bikin, QSD gel e û em jî ji vê dozê venagerîn.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ”Bijî berxwedana QSD” û ”Bijî berwedana Rojava” bi dawî bû.