TİŞRÎN – Tekoşîna ku li Bendava Tişrînê berdewam dike bênavber di roja çaremîn de didome. Jina ciwan ya welatîya Kobanê Xunav Xelîl, ciwanek welatîya Kobanê Ahmed Dabo û ciwanek welatîya Qamişlo Ahmed Qamişlo qala rewşa îro ya derdora Bendava Tişrînê kirin.
Xunav Xelîl Di axaftina xwe de dîyar kir ku çar roje li Bendava Tişrînê wekî mertalên zindî nobeta xwe didomînin û got ”Gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi tevahî pêkhatêyên xwe bigre, ji Kobanê ji Hesekê ji Tebqa û ji Reqa hemû li vê derê kom bûn. Dagirkerîya Tirk dixwaze bendavê dagir bike. Ev bendav av û kehrebe û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê dide wan. Ew jî bi rîya qutkirina avê û kehrebê ya li ser vê gelê dixwaze qirkirina gel pêk bîne.”
Di berdewamîya axaftina xwe de da xuya kirin ku hêza QSD û şervanên wê ji bo parastina gelê heremê di mewzîyên şer de ber xwe ve didin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: Li vê derê sekna gel, helwesta gel ji tevahî dinyayê re dîyar kir ku tu kes nikare gelê Kurd tune bike. Heya yek jin bimîne, heya yek ciwan bimîne wê xwedî li welatê xwe derbikevin. Qirkirina ku dewleta Tirk dixwaze pêk bîne wê tenê wek xeyal jê re bimîne.
Ciwanek welatîya Ya Kobanê Ahmed Dabo jî dîyar kir ku armanca hatina wan ya bendavê mildana berxwedanîyê ye û ”Em hatin bendavê ji bo piştgirîya hêzen xwe. Ji ber ku hêzên me, QSD şeref û namûsa me ye, hebûna me ye. Em her tim pişt hêzên xwe ne û em hertim amade ne ku ji me çi bê xwestin” gotinên xwe bi dawî kir.
Berxwedêra Bendavê Ahmed Qamişlo da xuya kirin ku hevalên di çeperên şer de ber xwe ve didin silav dikin û got ”Bangawazîya me ji bo hemû ciwanan re heye ku tevlî seferberîyê bibin. An serkeftin an serkeftin”