NAVENDA NÛÇEYAN – Li Elmanyayê alîgirên ST Pauli pankarta “Rojava biparêzin, şerê Erdogan bi dawî bikin” vekirin û li trîbunan de bi dirûşmeyan çalakî li dar xistin.
Piştgirên St Pauli ku yek ji tîmên Bundeslîga ye, ji bo hişyarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava ya 2025’an a di navbera St Pauli û Eintracht Frankfurt de li stadyuma Millerntorê pankarta mezin a bi nivîsa “Rojava biparêze, şerê Erdogan bi dawî bike” vekirin Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, di maça yekemîn a 2014’an de bal kişand ser êrîşên li Rojava.
Piştgirên St Pauli pankarta “Rojava biparêze, şerê Erdogan bi dawî bike” vekirin. Piştgirên St. Paulî ku bi sedan alên YPG û YPJ’ê pêşandaneke dîtbar pêk anîn, wêneyê mezin ê şervana YPJ’ê jî vekirin.
Piştgirên ku xwestin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava hişyar bikin, xwestin êrîşên li ser Rojava tavilê bên rawestandin.