TIŞRÎN – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pişgiriya berxwedana şervanên QSD û parastina Bendava Tişrînê ji êrîşên dewleta Tirk, weke mertalên zindî dest bi çalakiya nobedê kirin. Bendava Tişrînê çavkaniya herî mezin ê av û kehrebe yê heremê û ji ber topbarana dewleta Tirkiyê di bin xeteriyê ruxandinê de ye.
Nobeda gel li bendava Tişrînê di roja xwe ya 5’emîn de berdewam dike. Piştî 3 rojên ku gelê herêma Firatê nobed li bendavê girt, îro roja duyemîn a nobedê gelê Cizîrê.
Gel bi dîlan coşa xwe û baweriya xwe bi şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin dide nîşan dan.