NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Amed û Geverê dagirker û wesayîtên wan hatine hedef girtin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amed û Geverê êrîş li dagirkeran kirin. Di çalakiyan de 2 dagirker birîndar bûn û gelek wesayît jî hatin derbkirin.
Di 10’ê Kanûnê saet 21.00’an de li taxa Şeyh Şamil a navçeya Baxlar a Amedê, hêzên me li dijî wesayîteke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke çekdarî û bombebarkirî pêk anîn. Wesayîta bi tîpa Ford Ranger a dewriyeyê bi bombeyên destan û çekên ferdî hate xistin. Di encama derbeyên bi bandor ên mîlîsên me de wesayiteke bi giranî hate derbkirin û herî kêm 2 kes birîndar bûn.
Milîsên me 10’ê Kanûnê saet 21.30’an li Taxa Eskî Kişla ya Geverê li dijî qereqola sala 75’an çalakiyek li dar xistin. Dagirkerên li avahiya qereqol û baxçeyê ji aliyê milîsên me ve bi bombeyên destan û fîşekên hewayî hatin hedefgirtin. Piştî teqînan dagirkeran bêhemdî gulebaran kirin û di navbera milîsên me û polîsên dagirker de demek dirêj pevçûn derket. Di encama çalakiyê de wesayitên dagirkeran hatin derbkirin û tax demeke dirêj hate astengkirin.”