NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk tê de cih digirin, îro çûn Girtîgeha Kocaeliyê û bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê daxuyanîyek dan.
Şandeyê di heman demê de bi Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel re jî hevdîtin kir.
Şande, piştî hevdîtinê daxuyanî da.
Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê axivî û wiha got: “Me bi Serok Fîdanê re hevdîtin kir. Tenduristî û mirûzê wan baş e. Me bi wekîla xwe Semrayê re hevdîtin kir. Ji bo her kesî silavên wan hebûn. Dê têkildarî pêvajoyê sibe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyê bide. Lê xwest ez ji we re bibêjim; ‘Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.’ Ez 5 sal berê tehliye bûbûm. Em dîsa li vir axivî bûn. Di nava 10 salan de vî welatî gelek tiştên giran winda kir. Du tiştên ku vegera wan tune ye, yek kesên jiyana xwe ji dest dayin a din jî dem e. Hemû şehîd û gaziyên vî welatî rûmeta vî welatî ne. Diyariya herî mezin a ku em bikarin bidin wan, bidawîkirina şer û tacîdarkirina bi aştiyê ye. Em micid û jidil in.”
Onder wiha domand: “Zarokên vî welatî, heqa nakin ku mîrateya şer bigirin. Berpirsyartiya me ew e ku welatekî aştiyane radestî wan bikin. Nîqaşên spekûlatîf tên kirin. Ev ziman biqasî çekê zirarê dide. Wê welat dabeş bibe, du ziman, du al û hwd… Di rojeva me de tiştekî wiha nîne, me nîqaş nekiriye û ne jî tiştekî wisa hatiye gotin. Tiştekî wiha tune ye. Em amade ne ku bi her kesên gumanê ji pêvajoyê re dibin re rûnin. Tekane ricaya min ew e ku ji vî zimanê toksît berdin.”
Onder wiha pê de çû: “Heke dê bibêjî bi xêr bibêje. Em pêvajoyê zelal dimeşînin. Lê du nifteyên wê hene. Yek micidbûn a din jî jidilbûn e. Mafê me heye ku li benda tiştekî wiha bin. Ev derd, derdê me tevan e. Em li bendê ne ku her kes ji hêla erênî ve sûdewer be. Em ê zimanê xwe neguherînin. Li dijî vî zimanê êrişkar em herî zêde dikarin wiha bibêjin. Dê gel biryara jidilbûnê bide. Ev hefteyeke em di rêyan de ne. Di rê de yên daxwaza aştiyê dikin, yên me hembêz dikin, yên dibêjin lez bikin û car bi car hişyar dikin… Di vê mijdarê de wijdana gel rêya rast nîşan dide. Divê mirov rê nede qesabên kevokan. Ev jî berpirsyartiya me tevan e.”
Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi partiyên Kurdistanî re jî wiha got: “Belê dê bidomin. Partî plansaziya wê dike. Em çi bibêjin dê xelet be. Em ê tu derdorên civakî li derveyî parvekirinê nehêlin.”