TİŞRÎN – Nobeda li Bendava Tişrînê roja pêncemîn de, bê navber û bê sekn berdewam dike. Li Bendava Tişrînê pirsên me yên ”li bendavê çi diqewime, gel çawa tevdigere” jinek ciwan ya welatîya Kobanê Fadê Reş û û dayikek Nejme Kenco bersivand in.
Dûh nobetê Gelê Cizîrê ji Gelê Kobanê dewr girtibû. Niha jî gelê Cizîrê nobedê didomîne. Di nav vê dewr kirina nobedan de komên ku nû tên demildest dikevin tevgera nobed girtinê. Nêrîna gel ew e ku neberdewam kirina nobedê wê ji êrîşên dewleta Tirk re rê veke, berdewam kirina nobedê jî destkeftîyên xwe û axa xwe ji êrîşan parastin e.
Jina ciwan Fadê Reş dîyar kir ku wek ciwanên Kurd ji bo piştgirîya QSD li wê derê ne û got ”Bangawazîya min ji hemû ciwanan re heye, bila werin vê derê. Xwedî li axa xwe derkevin, ji ber ku ev ax axa me ye, şehî tê de hatîye dayîn.”
Di berdewamîya axaftina xwe de got ” Bila dewleta Tirk bizanibe ku heya ku yek ciwanek Kurd, heya gelê Kurd li ser pîyan be tu carî ew nikarin derbasî welatê me bibin”
Dayika Nejme Kenco jî da xuya kirin ku zarokên vî gelî bû mehekê di nav berxwedanîyek bêhempa de ne û got ”Keçikên me, Porzerên me li vê derê dîrok dinivîsin. Ger ji me bê xwestin emê bi meha jî li vir bin. Emê berxwedanîya zarokên xwe bişopînin. Zarokên me bi sedan jî şêhîd bikevin em dev ji vê axê bernadin. Zarokên me bi xwîna xwe li vir nivîsandin e”
Di dawîya axaftina xwe de got ”Emê xwe ji zarokê xwe re bicisir bikin, bila pê li pişta me bikin û derbas bikin”