TIŞRÎN – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pişgiriya berxwedana şervanên QSD û parastina Bendava Tişrînê ji êrîşên dewleta Tirk, weke mertalên zindî dest bi çalakiya nobedê kirin. Bendava Tişrînê çavkaniya herî mezin ê av û kehrebe yê heremê û ji ber topbarana dewleta Tirkiyê di bin xeteriyê ruxandinê de ye.
Nobeda gel li bendava Tişrînê di roja xwe ya 5’emîn de berdewam dike. Piştî 3 rojên ku gelê herêma Firatê nobed li bendavê girt, îro roja duyemîn a nobedê gelê Cizîrê.
Welatiyên ji pêkhateyê ereb ên ji herêma Cizîrê axivîn û diyar kirin ku hatin ji bo parastina bendavê û pişgiriya şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk. Her wiha bang kirin ku hemû gelê herêmê bi QSD re bibe yek û berê xwe bide Bendava Tişrînê.