NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê di derbarê şerê QSD li hemberî dagirkeriyê dewleta Tirk û çeteyên wê de, nobedê gel li Tişrînê û erkê xwendekaran li beramberî vî şer axivîn.
Leyla Ehmed di serî de girîngiya berxwedana QSD li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq da nîşan da û gelê ku berê xwe da Tişrînê silav kir. Her wiha, destnîşan kir ku yê ku jiyana aram li herêmê û xwendina xwendekaran ê bi kurdî mîsoger dike berxwedaniya şervanên QSD ye. Di dawiya de banga xwendekarên welatparêz kir ku berê xwe bidin refên hêzên parastinê û tevlî şerê rumetê bibin.
Naziyat Elî jî diyar kir ku ev şer şerekî wijdanî ye li hemberî dijminekî bê exlaq û ku xwendinekî di welatekî dagirkerî de nayê qebûl kirin.
Mazlûm Efrîn anî ser ziman ku Yekîtiya Xwendekaran beşdarî seferberiyê dibe û ku her kes dikare li gor derfetê xwe pişgiriya vî şerê xweparastinê bike.
Dara Qamişlo destnîşan kir ku eger herêmê were dagirkirin wê xwendin jî were sekinandin û ji ber wê divê xwendekaran dev ji berjenwendiyên şexsî berdin û li gorî berjewendiyên netewî tevgerin.