TÎŞRÎN- Jinên ciwan ên û dayikên beşdarî berxwedana ku 5 roj in bê navber li bendava Tişrînê didome, geşedanên dawî yên li ser rewşa li wir ji ajansa me re vegotin.
Jina ciwan a ji kantona Cizîrê Menal Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe berxwedana bendava Tişrînê bişkîne.
“Bendava Tişrînê ji bo me girîng e. Ji ber vê yekê em ji bo parastina wê li vir in. Me gelê Cizîrê nobeda 4 rojan li berxwedêrên Kobanê girt û em ji bo parastina bendavê amade ne.”
Di berdewamiya axaftina xwe de jina ciwan Menal Ehmed bang kir û got, “Bendava Tişrînê ji bo jiyana me girîng e. Em bang li ciwanên xwe û gelê xwe dikin ku axa xwe biparêzin.”
Jina ciwan a ji gelê Cizîrê Lîlav Ehmed jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya QSD’ê li vir in û got, “Dijminê ku êrîşî şervanên me û gelê Kurd dike, divê vê baş bizane ku em ê ti carî têk neçin.” Jina ciwan Lîlav Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman;
“Divê gelê Kurd li ber dijmin çokan deneyne, dengê xwe bilind bike û çavên xwe li dijmin negire. Ciwan çiqas biçin welatên cuda, dê û bavên wan jî li Rojava ne. Divê ew welatê xwe neterikînin, divê axa xwe û welatê xwe biparêzin.”
Ji gelê Hesekê dayîk Kesûma Ehmed silavên xwe ji hemû şervanên li eniyên şer û li qadan şer dikin re şand û her wiha diyar kir ku ew li pişt şervanan in.
“Em diyar dikin ku em ji serokê faşîst Erdogan natirsin. Divê Erdogan baş bizane ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Em Kurd şopdarên Şehîdên xwe ne. Me xwîna xwe rijand, me li van xakan şehîd dan. Serkeftin ya me ye, serkeftin ya me ye, serkeftin ya me ye, bijî Rêberê me.”