MEXMÛR- Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di bin pêşengtiya TJCM û TCM vê hefteyê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dewr girtin.
Çalakiya nobetê zêdetirî salek û nîv dewam dike. Her heftê grubek din dewr digire. Wek gruba 106’emîn vê heftê Ciwanên Mexmûr di çalakî de bûn û îşev dewrî gruba 107’emîn kirin.
Jina Ciwan a Wargehê Nalîn Gökalp dibêje ku pêwîstê em wek ciwan hemû hêza xwe seferber bikin da ku em bigihîjin armanca xwe û Rêber APO azad bikin.
Berdevka TJCM Axîn Gökalp nirxand ku yê ku hêz û fikir dayî me Rêber APO ye. Em wek Ciwan xwedî li Rêberê xwe derbikevin û tim di çalakî de bin.
Hevberdevkê Sipan Yaman di axaftina dewr kirin got ku tenê hevdîtin terê nakin, pêwîste ji vê zêdetir di dema herî kurt de azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibe.