TiŞRÎN – Gelê li derdora Bendava Tişrînê ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigire, bi berxwedanê re bûn yek. Di roja pêncemîn a nobetê de gel bi dîmenên ku li ser kamerayan ketine de, biryara xwe ya ji bo li hemberî dagirkirina xaka xwe bisekinin nişan dan.
Li derdora Bendava Tişrînê ku tevahiya rojê bi fuzeyên dûravêj û balafîrên hewayî yên bê mirov dihat bombebarankirin, di gel wê çalakgerên nobetê jî bênavber govend gerandin û bi diruşmeyan gav bi gav meşîyan. Gelê Kantona Cizîrê ku du rojan e nobedê dewr girt ser xwe, bi moral û biryardariyeke mezin erka xwe ya nobedê berdewam kirin û destnîşan kirin ku ew bi pişgirîya zarokên xwe bikin ku ew ji bo rûmet wan û ji bo parastina axa wan di çeperan de şer dikin.
Di saetên êvarê de li dora agirê ku pêxistî bi stranan nobedê digirin û di hewaya sar de xwe germ dikin. Şêniyên Cizîrê diyar kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê rawestin ew ê bi vê moral û coş û bi hêza ku ji şervanên xwe digirin nobedê heya dawî bidomînin.