MÊRSÎN – Hevşaredarên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hikmet Bakirhan di 10’ê Çile de hatibûn binçavkirin. Şeva borî sewqî dadgehê hatin kirin û piştî lêpirsîna dadwer bi dawî bû hatin girtin.
Serdozgeriyê bi hinceta îfadeyên şahidên veşartî, Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamê meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “darayiyê daye rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “dijberiya 2911’an” sûcdar kir. “, û endamên meclîsê yên din bi “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadweriya Cezaya Sulhê der barê Hevserok Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç de biryara girtinê da. Endamê Meclîsa Şaredariyê Yakup Daniş bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Gel jî diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye, gel jî bi qîrîna dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bertek nîşanî biryarê dan û li ber edliyeyê benda xwe ya 2 rojan dewam kirin.