TİŞRÎN – Çalakgerên nobedê yên li Bendava Tişrînê di roja 6. de berdewam dikin. Gelê Kantona Cizîrê tevahiya şevê bi stranan nobeda xwe li derdora agir girt, dewleta Tirk a dagirker bombekirina derdora bendavê bê navber didomîne.
Gelê Kantona Cizîrê ku nobedê didomîne, bi bomberdûmana dewleta Tirk a li derdora bendavê bi balafirên keşfê yên bê mirov û fûzeyên dûravêj dest bi rojê kir. Di saetên serê sibê de gel dest bi paqijkirina derdora bendavê ji çopê kir. Piştî paqijkirinê jî, bi hev re taştê xwar in û li dora agir kom bûn.
Her ku dengê teqîna bombeyên li Bendava Tişrînê bilind dibe, dirûşmên “Bijî Berxwedana Tişrînê” û “Bijî Berxwedana QSD” bilindtir dibin.
Tişta ku di lensên me de ji berxwedana Tişrînê derketiye holê;